Turkiyê: Operasyonek li dijî şaneyeke DAIŞê li Etemê hate encamdan
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Navxwe ya Turkiyê ragihand ku di operasyonekê de li devera Etemê li gundewarê Idlibê, 8 endamên "şaneyeke bi ser rêxistina DAIŞê ve" hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniyekê ji Navxweya Turkiyê, istixbaratên Turkiyê bi hevkariya Wezareta Navxwe ya Sûriyê operasyon encam da:
Ew şane ji 14 kesan pêk dihat û destê wê di kuştina welatiyekî Turkiyê de heye û piştre reviyane Sûriyê".
Wezareta Navxwe ya Turkiyê daye zanîn ku "di encama operasyonê de 8 endamên wê şaneyê hatine kuştin, 2 birîndar bûn û 4 hatin girtin".
Ta niha jî Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê tu daxuyanî di vê derbarê de belav nekirine.
Binali Aslan isimli vatandaşımızın aracını kiralayan ve daha sonra vatandaşımızı öldüren DEAŞ terör örgütü görüşlerini benimsemiş 14 kişilik ailenin Suriye’ye geçiş yaptığının belirlenmesi üzerine;
— T.C. İçişleri Bakanlığı (@TC_icisleri) September 28, 2025
MİT Başkanlığımız, Emniyet Genel Müdürlüğü İstihbarat Başkanlığı ve TEM Daire…