Berhema pîvazan li Amûdê têçûna xwe nederxistiye
Welat TV - Hewlêr
Berhema pîvazan li Amûdê îsal weke berhemên din têçûna xwe nederxistiye.
Ji çandinê ta berhevkirina pîvazan, îsal cotkarên Amûdê rastî gelek zehmetiyan hatin, a herî mezin jî hişkesalî bû, ku cotkar neçar kirin pîvazan zêde avdin, vê yekê jî têçûna wan zêde kir.
Cotkara ji ber têçûna zêde ya sotemeniyê, berê xwe ji ceneratoran didin enerjiya rojê, lê panelên enerjiya rojê nikarin cihê ceneratoran di rûberên berfireh de bigrin û ya ku azarên cotkaran zêde kiriye ku tona pîvazan tenê derdora 200 dolarên Emerîkî ye.
“Rêveberiya Xweser” para sotemeniyê bo berhemên ku havîn tên çandin destnîşan nake, ji ber vê yekê cotkar neçar dibin mazotê bi nirxên giran bikirin, ku têçûna mazotê ya her hiktarekê digihe derdora 1500 dolarên Emerîkî.
Ne tenê berhema pîvazan, îsal berhemên hemû curên din ên keskatiyê li Rojavayê Kurdistanê kêm bûn û nirxên wan erzan bûn, lewma cotkar rastî ziyaneke mezin hatine û tirsa wan ew e ku çandiniyê wek jêdereke abûrî ji dest xwe bidin.