Şanda Dêra Ortodoks a Rûsî: Herêma Kurdistanê jêdera mirovatiyê ye
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî û şandeke ji Dêra Ortodoks a Rûsî bi serokatiya Metran Entonî berpirsê Peywendiyên Derve yên Dêra Ortodoksî li Rûsiyê civiyan.
Şanda mêvan rola Serok Barzanî di bihêzkirina çanda pêkvejiyan û aştiyê di navbera pêkhateyan de bilind nirxand. Metran Entonî amaje bi wê yekê kir ku, bi şanazî Herêma Kurdistanê weke jêdera mirovatiyê dibînin. Her weha xwest ku peywendiyên xwe li gel hemû ol û pêkhateyan bihêz bikin.
Di civînê de, Serok Barzanî tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dîrokî û dostane di navbera gelê Kurdistan û gelê Rûsiyê de kir.
Serok Barzanî behsa çend nimûneyên wefadariyê yên pêkvejiyana pêkhateyên Kurdistanê kir, û got gelê Kurdistanê ji dil, baweriya wan bi tebayî û pêkvejiyanê heye û ev bûye çandeke xurt ku koka wê di dîrokê de ye û dê ji bo nifşên pêşerojê jî bimîne.