Heleb.. Agir bi 7 dukanan ket û ziyan madî ne

Heleb.. Agir bi 7 dukanan ket û ziyan madî ne

Welat TV - Hewlêr

Agir bi 7 dukanan li bazareke Helebê ket û ziyanên mezin gihandin wan.

Îro agirek bi navendeke bazirganiyê li Taxa Seyfûdewla li Helebê ket, di encamê de, dukanek bi temamî şewitî û 6 dukan rastî ziyanan hatin.

Her weha, 3 welatî tûşî tengbûna henaseyê hatin û xizmetguzariyên pizîşkî yên pêwîst bo wan hatin pêşkêkirin.

Li gorî Berevaniya Sivîl a Sûrî, agir ji ber şorteke elekitrîkê rû daye.