Şanda Dêra Ortodoks a Rûsî: Spasiya Herêma Kurdistanê li ser parastina pêkhateyan dikin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke ji Dêra Ortodoks a Rûsî bi serokatiya Metran Entonî berpirsê Peywendiyên Derve yên Dêra Ortodoks li Rûsiyê civiyan.
Di civînê de, rewşa pêkhateyan bi taybetî mesîhiyên li Herêma Kurdistanê, peywendiyên dêra Ortodoks li gel civak û mesîhiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin.
Şanda mêvan, got: Em bi serdana xwe bo Kurdistanê kêfxweş in û spasiya Herêma Kurdistanê li ser parastina maf û azadiya hemû pêkhateyan dikin.
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî tekez kir, Herêma Kurdistanê şanaziyê bi çanda pêkvejiyan, hevpejirandin û lêbûrînê dike û ew ê her dem parêzvanê wê çand û kulturê be.