El-Şeybanî û Wezîrê Hevkariya Abûrî û Geşepêdanê yê Elmaniya li Siûdiyê civiyan
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed El-Şeybanî û Wezîrê Hevkariya Abûrî û Geşepêdanê yê Elmaniya Nîlz Anên li Siûdiyê civiyan.
Civîna El-Şeybanî û Anên tê di çarçoveya Kongira Miyûnixê ya Ewlehî de li Siûdiyê, ku tê de derdora 70 berpirsên navdewletî beşdar in û ji Sûriyê El-Şeybanî û Serokê Dezgeha Istixbaratên Giştî Hisên Selamê li Siûdiyê beşdar in.
Her weha, El-Şeybanî li gel Emîndarê Giştî yê Encûmena Hevkariya Kendavê Casim Mihemed El-Bidêwî civiya.
Kongira Miyûnixê di sala 1963an hatiye damezirandin, û ev yekem car e ku li Siûdiyê li dar dikeve tê de hejmarek mijarên girêdayî ewlehiya cîhanî û herêmî bi taybet rewşa ewlekariyê li Rojhilata Navîn û bandora wê li ser welatên deverê û cîhanê di navbera aliyên navdewletî de têne gotûbêjkirin.
Her weha bixwîne: El-Şeybanî: Sûriyeya bihêz û yekbûyî dê sûdê li Israîlê bike