3 ciwan li Himsê di êrîşeke de hatin kuştin: Nerzazîbûn derketin

3 ciwan li Himsê di êrîşeke de hatin kuştin: Nerzazîbûn derketin

Welat TV - Hewlêr

3 ciwan li gundewarê Himsê di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin, û bû sedema derketina nerazîbûnan û girtina rê ji aliyê xelkê deverê ve.

Li gundê Inaz li devera Wadî El-Nesara ku devereke kristiyannişîn e, çekdarên nenas hejmarek kes gulebaran kirin, û di encamê de 3 ciwan hatin kuştin.

*Çalakvan banga mangirtinê dikin

Piştî bûyerê nerazîbûn derketin û xelkê deverê rêya giştî li gundê Inaz girt û agir vêxistin, hin çalakvanên xwecihî banga mangirtina giştî kir.

*"Armanc têkdana aramiyê ye"

Ji aliyê xwe ve fermandarê Ewlehiya Navxwe li Himsê, Murhef Ne’san di daxuyaniyekê de got, ew vê tawanê şermezar dikin, û wan dest bi lêkolînan kiriye.

Li gorî gotina Ne’san, armanc ji vê yekê têkdana aramiyê û belavkirina tirsê ye, û hewleke ji bo bandorê li ser proseya hilbijartinên Encûmena gel e.

►Her weha bixwîne:

Berbijêrekî Encûmena Gel a Sûriyê hat kuştin

Rewangeha Sûrî bo cîhanê: Rijandina xwînê li Sûriyê rawestînin