Serokerkanê Sûriyê li Mosko ye.. "Bihêzkirina hevkariya leşkerî tê gotûbêjkirin"

Serokerkanê Sûriyê li Mosko ye..
Serokerkanê Sûriyê li Mosko ye.. "Bihêzkirina hevkariya leşkerî tê gotûbêjkirin"

Welat TV - Hewlêr

Şandek ji Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê gihişte Mosko ji bo gotûbêjkirina rêyên bihêzkirina hevkariyê.

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihand ku şandek bi serokatiya serokê Erkana Giştî Elî Ne'san gihişte Mosko.

Li gorî Wezaretê, "ev seredan dikeve di çarçoveya pêşxistina hemahingiyê di navbera Wezaretên Berevaniyê yên Sûriyê û Rûsya de".

Ji aliyê xwe ve jî Wezaret Berevaniyê ya Rûsya got ku "ew ê danûstandinan derbarê rêyên bihêzkirina hevkariya leşkerî û ewlehî bikin".

Di dawiya Tîrmeha bûrî de, şandeke ku ji Wezîrê derve yê Sûriyê Es'ed El-Şeybanî û yê Berevaniyê Murhef Ebû Qesra pêk dihat, seredana Mosko kir û hejmarek civîn û danûstandin li gel berpirs û serkirdeyên Rûsya encam dan.

►Her weha bixwîne.. Wezîrên Berevaniyê yên Sûriyê û Rûsya bihêzkirina pêwendiyan gotûbêj kir