25 welatiyên Efrînê xwe berbijêrî Encûmena Gel dikin.. Bernameyên wan çi ne?

Welat TV - Hewlêr

25 welatiyên Efrînê xwe berbijêrî Encûmena Gela Sûriyê dikin, her birbijêrekî bernameyek xwe ye taybet heye, lê hemû banga başkirina rewşê li Efrînê dikin.

Welat TV vê mijarê dişopîne, û hevdîtin li gel hejmarek berbijêr encam dan, di bernameyên wan de mijarên xwendin, xizmetguzarî û jîngeha Efrînê cihê xwe girtine.

Berbijêrên dibînin ku Sûriyê derbasî qonaxeke nû bûye û divê Kurd cihê xwe di Encûmena Gel de bigrin da ku nûnertiya devera xwe bikin.

Jinên Efrînê jî dixwazin ku rola wan di Encûmena Gel de hebe û banga parastina mafan li Sûriyê bi giştî û li Efrînê bi taybetî dikin.

29ê Êlûnê, dergehê berbijêriyê bo endamtiya Emcûmena Gel a Sûriyê hat girtin û bangeşekirin ta êvara sibe berdewam dikin, dengdan roja Yekşemê 5 Cotmehê demjimêr 9ê sibehê dest pêdike û demjimêr 4ê paşnîvro deng têne cudakirin.

Li 50 bazinên hilbijarinan li seranserî Sûriyê, 1578 kesan navên xwe tomar kirine, 14% ji wan jin in.

Li gorî sîstema hilbijartinan a mersûman jimare 143 ya sala 2025an, Hejmara giştî ya endamên encûmena gel a Sûriyê dê 210 endaman be, ji wan 140 endam dê bi rêya sîstema hilbijartinan werin hilbijartin, û 70 endam din dê ji aliyê serokatiya Sûriyê ve werin destnîşankirin.