Mesûd Betal: Ji dema ketina Esed ve 20 hezar malbat vegeriyane Efrînê
Welat TV - Hewlêr
Mesûd Betal ragihand ku Ji piştî ketina rêjîma Esed ve û heta niha 20 hezar malbat vegeriyane Efrînê.
Rêveberê Devera Efrînê Mesûd Betal ji Welat TV re da zanîn ku ew kar dikin ji bo peydakirina pêwîstiyên jiyanê û xizmetguzariyan ji xelkê Efrînê û navçeyên wê re, û serbar kir ku ”ji sedî 80 ji gundên ku bo koçberan hatibûn avakirin û kampên koçberan vala bûne, piştî ku ew koçber vegeriyane navçeyên xwe”
Mesûd Betal got jî ku, hikûmeta Şamê piştevaniya vegera xelkê Efrînê bo mal û milkên xwe dike û kar li ser bilezkirina wê yekê dike.
Berpirsê Devera Efrînê derbarê vegerandina milk û malan got ku li navçeya Şera 30 mal û li Raco 180 mal û li Mabata 29 mal hatine nûjenkirin.
Betal da zanîn jî ku wan li Mabeta 3 hezar û 500 dar, li Raco 20 hezar dar û li Şera 4 hezar darên zeytûnan bo xwediyên wan vegerandine.
Her weha bixwîne: 25 welatiyên Efrînê xwe berbijêrî Encûmena Gel dikin