Dêrik.. Nirxê Zêr ê bilind bûye pirsgirêk li pêş ciwanan

Dêrik.. Nirxê Zêr ê bilind bûye pirsgirêk li pêş ciwanan

Welat TV - Hewlêr

Bilindbûna nirxê zêr li Dêrikê kirîzek derxistiye holê û êdî piraniya ciwaninan nikarin jiyana hevjîniyê pêk bînin.

Girama zêr li bazarên Dêrikê bi derdora 110 dolarên Emerîkî ye, di demekê de ku mûçeya karmendan li deverên di bin kontirola HSDê de derdora 150 dolarî ye.

Ji ber nirxê zêr ê giran, êdî ciwan newêrin jiyana hevjîniyê pêk bînin, bangên kêmkirina qelen “zêr” bilind dibin.

Jiyana hevjîniyê êdî bûye bargiranî, rêjeyek mezin ji ciwanên deverê bê zewac mane, hin kes dibêjin: “Ew rêje dighe 80%”.

Bilindbûna nirxan, tevger li bazara zêr ranewestiyaye, lê ew kesên li bazarê, dewlemendên ku dixwazin pereyên xwe bikin zêr, ji ber ku tê pêşbînîkirin, nirxa zêr dê hîn bilind bibe.

Girama zêr êdî bûye xwenek ji xwenên ciwanan li Dêrikê û bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê, ciwanê ku kesûkarên wî li derveyî welêt tune bin nikare berê xwe bide bazara zêr.