Elmanya: Em li ser berdewambûna vegerandina penaberan bo Sûriyê rijd in
Welat TV - Hewlêr
Elmanya Ragihand ku ew ê di proseya vegerandina penaberên Sûrî bo welatên wan de berdewam bin, û ew li ser vê yekê rijd in.
Wezîrê Navxwe yê Elmanya, Alexander Dobrindt di daxuyaniyekê de da zanîn, Ew rejd in ku proseya vegerandina penaberan bo Sûriyê û Efxanistanê berdewam bimînin, û niha ew ê dest bi danûstandina bi Şamê re bikin ji bo vegerandina encamderên tawanan.
Wezîrê Navxwe diyar kir, vegerandin dê ne bi tenê encamderên tawanan li xwe bigire, lê pîvan, dê li ser bingeha tevlîbûna penaberan di nava civakê de be, û bi tenê ew kesê ku tevlî civakê bûye û kar dike, dê derfta mana li Elmanya jê re hebe, lê ew ên din divê ji Elmanya derkevin.
Beriya niha Wezîrê Navxwe yê Elmanya Alexander Dobrindt biryar dabû ku her penaberek li ser sînorê Elmanya were girtin yekser daxwaza wî ya penaberiyê were redkirin û vegerandin.