Welat TV destpêka şerê Şêx Meqsûd ta dawiyê di weşana zindî de romal kir

Welat TV – Hewlêr

Kenala Welat TV, ji destpêka şerê li herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, rewş romal kir, û hejmarek mafnas, siyasetmedar, rojnamevan û berpirs kirin mêvan.

Duh 6ê Cotmeha 2025an, şer di navbera Hêzên Hikûmeta Sûriyê û hêzên xwecihî derdora 10, şevê dest pê kir, ta 1,15 xulekan de ji roja 7 mehê bi dawî bû.

Kenala Welat TV ji destpêka şer bi şêweyekî zindî romal xwe berdewam dikir, û dawîn zanyarî parve dikirin.

*Metirsiya encamdan komkujiyan 

Berpirsê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn – Sûriya, Ibrahîm Şêxo, û rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, Ramî Ebdulrehman tekez kir ku, hikûmeta Şamê, çekên giran bi kar dianîn, û bi şêweyekî bêserûber herdu tax armanc dikirin, û mtirsî ji derbasbûna wan çekdaran heye û heman sînaryoya Berava Sûriyê û Siwêdayê dubare bibe.

*Sedem

Ji ber girtina rêyên taxan û dorpêçkirina wan, ji aliyê hêzên hikûmetê ve, şêniyên Kurd ên herdu taxan, daketin kolanan û banga vekirina rêyan kir. Ji ber xwepêşandan, girjî û alozî zêde bûn pişt re şer û pevçûn dest pê kirin.

*450 hezar Kurdî di metirsiyê de ne

Endamê Rêveberiya Peywendiyên MSD li Taxa Şêx Meqsûd Mihemed Emîn da zanîn ku ew amade ne ji diyalogê re lê hikûmeta Şamê hîn peywendî bi wan re nekiriye.

Emîn diyar kir, jiyana 450 hezar Kurdî li herdu taxan di metirsiyê de ye, dive liv û tevgereke bilez, were kirin ji bo danîna sînorekê ji êrîş û binpêkirinan re. Mihemed Emîn behsa qurbaniyan kir û got 15 kes birîndar bûne û kesek şehîd bûye.

*Nerîna siyasetmedaran

Ji aliyê xwe ve, Rojnamevan, Siyasetmedar û şirovekarên siyasî tekez kir ku, ev şer demkî ye, û aliyên navdewletî nahêlin şerekî din li Sûriyê rû bide.

Di romala Welat TV de, her yek ji şirovekarê siyasî Ehmed Elî ji Elmanya, Rojnamevan Salih Demîcer ji Emerîka û Dr. Ferhad Têlo serokê Partiya Lêbral a Kurd li Sûriyê ji Qamişlo bûn mêvan di nerînên xwe de, tekez kir, ku ev êrîş weke fişarekê li ser fermandarê HSD Mezlûm Ebdî ye, da ku bê merc tevlî artêşa Sûriyê bibe, lê şer demkî ye, ji ber lihevkirinek heye ku şerekî nû li Sûriyê rû nede.

*Rawestandina şer

Demjimêr 1, 15 xulekan de, şer bi temamî rawestiya, û rewşa herdu taxan aram bû, pişt re behsa wê yekê hat kirin dest bi danûstandinan bûye ji bo pabendbûna bi rêkeftina 10 Adarê ya di navbera Şamê û HSD de, heta roja îro hîn dorpêç berdewam dike.