Şandeke HSD çû Şamê

Şandeke HSD çû Şamê
Îmzekirina rêkeftina 10 Adarê

Welat TV – Hewlêr

Piştî şerûpevçûnên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, îro 7ê Cotmeha 2025an, şandeke Rêveberiya Xwser û HSD li gel Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li Şamê civiya.

Medyaya nêzîkî rêveberiya Xweser da zanîn, Şand ji Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Rohat Efrînî pêk dihat, û şanda Hikûmeta Sûriyê ji Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri´û Wezîrê Derve yê Sûriyê Ese′d El-Şeybanî pêk dihat.

*Rêkeftina 10ê Adarê

Li gorî jêderan, di civînê de pirsên siyasî û ewlekarî di çarçoveya rêkeftina 10ê Adarê de hatin behskirin.

Jêderekê ji Hikûmeta Sûriyê ji ajansa France Press re ragihandiye di civînê de fermandarê fermandriya navendî ya Emerîka Brad Copper û şandiyê Emerîka ji bo Sûriyê Tom Barrack jî beşdar bûn.

*Civîna Ebdî û Ebû Qesra

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Berevaniyê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, Murhef Ebû Qesra di daxuyaniyekê de ragihand, ew li gel Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî li Şamê civiyaye, û herdu aliyan rêkeftin li ser rawestandina şerûpevçûnan li hemû deverên Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyê kiriye.

Wezîrê Berevaniyê diyar kir, rêkeftina wan li ser rawestandina şer, dê yekser têkeve warê bicîkirinê û şer li hemû bereyan dê yekser raweste.