Damûstandinên HSD û hikûmetê beşekî sereke bû.. Pêşeroja Sûriyê li ser maseya MERI ye

Damûstandinên HSD û hikûmetê beşekî sereke bû.. Pêşeroja Sûriyê li ser maseya MERI ye

Welat TV - Hewlêr

Danûstandinên HSD û hikûmeta Sûrî û girjiyên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li korbenda 2025an a Dezgeha Rojhilata Navîn ji bo Lêkolînan ku bi MERI tê naskirin, li Hewlêrê hatin gengeşekirin.

Di panela taybet bi Sûriyê de, li korbenda MERI, rewşa niha ya Sûriyê û pêşeroja wê ji gelek aliyan ve hate gengeşekirin.

*"Divê pirengiya Sûriyê parastî be"

Necîb Xedban yek ji şêwirmendên Wezareta Derve ya Sûriyê da zanîn ku pêwîsrtiya avakirina delweteke nû bi parastina pirenigiyê heye.

*"Rêkeftina 10ê Adarê dîrokî ye"

Danûstandinên HSD û hikûmeta Sûrî û girjiyên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn li Helebê û rola jinên di Sûriya nû de beşekî sereke yê panelê bû.

Di vê derbarê de, Rojnamevan Zozan Elûş rêkeftina 10ê Adarê bi dîrokî bi nav kir û got ku HSD yekîtiya Sûriyî diparêze.

*"Em daxwaza parastinê dikin"

Betiryerek Agnatiyos Afram ê Duyem Serokê kenîseya Siryanî Ersodoksî rexene got: “Kirîstiynên Sûriyê dixwazin ku ew parastî bin ji hundirê Sûriyê ne ve ji derveyî wê”.

Korbenda MERI ya sala 2025an, bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, siyasetmedar, lêkoler, ekadîmînas, çalakvan û kesên bibandor bi rê ve diçe, rewşa Rojhilata Navîn bi giştî û asoyên aştiyê li Sûriyê gengeşe dike.