Siwêda.. Xwepêşandanên li dijî Rêjîmê berdewam in

Siwêda.. Xwepêşandanên li dijî Rêjîmê berdewam in

Welat TV - Hewlêr
Xwepêşandanên li dijî Rêjîma Sûrî li parêzgeha Siwêdayê berdewam in, welatî li ser daxwazên xwe di guhertina siyasî de rijd in.

Îro 9ê Adara 2024an, bi dehan welatî li qada Elkerama li navenda bajarê Siwêdayê kom bûn û banga hilweşandina rêjîmê û bicîkirina bieyarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê kir.

Di xwepêşandanê de, welatiyan siloganên wek: ”Em te ji bîr nakin Şehîd Cewad Elbarûkî”, ”Azadî ji girtiyan re” û ”Şoreşek ji bo hemû Sûriyan, vir Siwêda ye, vir Sûriya ye” hildan.

Di Tebaxa sala borî de, xwepêşandan ji ber xerabûna rewşa aborî li Siwêdayê bi rê ve çûn, pişt re asta daxwazan bilind bû û welatiyan banga rûxandina Rêjîmê, bicîkirina biryara 2254 a Netewên Yekgirtî û serbesberdana girtiyan kir.