Zakharova: Divê Encûmena Gel nûneratiya hemû Sûriyan bike
Welat TV - Hewlêr
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsiya Maria Zakharova da zanîn ku divê Encûmena Gel a Sûrî nûneratiya hemû Sûriyan bike.
Zakharova ev yek di kongireke rojnamevanî de li Mosko ragihand û hêvî kir ku Encûmena Gel a nû daxwazên Sûriyan pêk bîne û aramiya wê bi hêz bike.
Berdevka wezareta Rûsî tekez kir ku divê Encûmena Gel mafên hemû welatiyan gerentî bike û ew pêşbînî dikin ku ev encûmen zemîneke guncaw bo lihevkirineke niştîmanî ya berfireh peyda bike.
Zakharova dilgiraniya xwe ji dubare derketina girjiyan li Sûriyê nîşan da û got: ”Divê viyaneke siyasî li cem hemû aliyan hebe ji bo bidawîkirina tundûtûjiyê”.
Her weha bixwîne: Lavrov: "Ehmed El-Şeri’ û Putin bi telefonê axifîne"