Nêçîrvan Barzanî û Erdogan rewşa Sûriyê û deverê gotûbêj kir

Nêçîrvan Barzanî û Erdogan rewşa Sûriyê û deverê gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan civiya, rewşa Sûriyê, Herêma Kurdistanê, Iraqê û deverê hat gotûbêjkirin.  

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got, di civînê de herdu aliyan tekezî li ser xwestina dualî ji bo pêşxistina pêwendiyên Turkiyê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Li aliyekî din ê civînê, pêşhateyên Sûriyê, rewşa giştî li Iraqê, proseya siyasî, rewşa naxvwe ya Herêma Kurdistanê û warên hevpariya hevbeş di navbera Turkiyê û Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.

*Pêvajoya aştiyê

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, di civînê de her weha gavên parastina aramî û seqamgîriyê, pêvajoya aştiyê, û pêşhateyên Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin.

Erdogan tekeziyê li ser piştevaniyê dike 

Serokê Turkiyê, tekezî li ser piştavaniya welatê xwe ji Iraq û Herêma Kurdistanê re kir, û peywendiyên herdu aliyan bi girîng û cihê guhdana Turkiyê, bi nav kir.

*"Turkiyê cîranekî girîng e"

Ji aliyê xwe ve, serokê Herêma Kurdistanê, spasiya Turkiyê li ser alîkarî û piştevaniya wê ji Iraq û Herêma Kurdistanê re kir, û tekez kir ku Turkiyê cîranekî girîng e, û herdu alî ji bo berjewedniyên hevbeş dikarin di gelek waran de hevpar bin.

*Hinardekirina petrolê

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn jî, Herdu aliyan, tekezî kir ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, di berjewendiya tevaya Iraqê de ye, û aramî û seqamgîriya Iraqê parastî dihêle.