HSD û hikûmeta Sûrî hev bi êrîşan li Dêra Zorê tometbar dikin

Welat TV - Hewlêr

HSD ragihand ku hêzên hikûmeta Sûrî êrîşî xaleke wê li Dêra Zorê kiriye û hikûmet jî wê bi êrîşekê tometbar dike.

Derengiya şeva bûrî HSD di daxuyaniyekê de got ku hikûmeta Sûriyê bi dronekê êrîşî xaleke wê li gundê Mirat li devera heft gund li Rojhilatê Dêra Zorê kiriye.

HSD diyar kir ku di wê êrîşî de, endamekî wê jiyana xwe ji dest daye û 9 birîndar bûne.

Daxuyaniyê da zanîn ku hêzên HSD bersiva êrîşê daye û ziyanên canî gihandina grûpên êrîşker.

Ji aliyê xwe ve, jêdereke leşkerî ji hikûmeta Sûrî ji kenala fermî ya Sûrî re ragihand ku HSD bi çekên giran êrîşî xaleke wan li bajarokê El-Mirê´iyê li Dêra Zorê kiriye û leşkerekî wan bi giranî birîndar bûye.