Berpirsekî berê yê DAIŞê li Der´ayê hate kuştin
Welat TV - Hewlêr
Berpirsekî berê yê rêxistina DAIŞ a terorîst li gundewarê Der´ayê hate kuştin.
Jêderên xwecihî da zanîn ku otombîla Mahir Kenhûş mîrê berê yê hisbê di DAIŞê de li bajarokê Cebab li bakurê Der´ayê hate teqandin, di encamê de, Kenhûş hate kuştin.
Li gorî jêderan, otombîla Kenhûş ku bi Ebû Mihemed Cebab dihate naskirin, bi bombeyeke çandî hate teqandin.
Beriya çend salan, dema ku DAIŞ li Der´ayê çalak bû, Kenhûş mîrê hisbê bû di rêxistina terorîst de, piştre çend salan nûçeyên wî hatin birîn û îro li Der´ayê hate kuştin.