Perwerdeya li Siwêdayê dema lidarxistina ezmûnên pola 12an ragihand
Welat TV - Hewlêr
Rêveberiya Perwerdeyê li Siwêdayê dema lidarxistina ezmûnên bawernameya pola 12an ragihand û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê ta niha tu daxuyanî di vê derbarê de dernexistine.
Perwedeya Siwêdayê da zanîn ku ezmûn 8ê Mijdara îsal tên lidarxistin û ta 27ê heman mehê berdewam dikin.
Jêdereke ji Perwedeya Siwêdayê ji tora Siwêda 24 re got: Ev biryar tê piştî ku hewlên wan li gel Wezareta Perwerdeyê ji bo lidarxistina ezmûnan bi ser neketin”.
Li gorî jêderê, ew ê piroseya ezmûnan belge bikin ji bo gerentîkirina pakiya ezmûnan û bidestxistina danpêdanê bi bawirnameyan.
Ta niha Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê tu daxuyanî di derbarê lidarxistina ezmûnan li Siwêdayê de dernexistine.
12ê Tîrmeha bûrî ezmûnên pola 12an li Sûriyê dest pê kir, lê ji ber şerê ku li Siwêdayê derketî piroseya ezmûnan rawestiya.