El-Şeybanî: Em peywendiyên nû bi Libnanê re ava dikin
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê hikûmeta Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Es´ed El-Şeybanî da zanîn ku ew kar li ser avakirina peywendiyên nû bi Libnanê re û vegera penaberên Sûrî dikin.
El-Şeybanî ev yek di kongireke rojnamevanî de piştî civîna xwe bi Serokê Libnanê Cozaf Ewin re ragihand û diyar kir ku ew dixwazin peywendiya herdu welatan ji girjiyên berê bo peywendiyeke siyasî û abûrî ya pêşketî veguhêzin.
El-Şeybanî got ku Sûriyê di qonaxeke dubare avakirinê de ye û divê bandora vê yekê li ser Libnanê erênî be.
Es´ed El-Şeybanî behsa mijara penaberên Sûrî li Libnanê jî kir û got: ”Ew kar dikin ji bo vegera wan li gor pilaneke navdewletî”.
Ev demeke mijarên sînorê hevbeş di navbera Sûriyê û Libnanê de, girtiyên Sûriyê li Libnanê û wendabûyên Libnanê li Sûriyê di navbera herdu welatan de têne gengeşekirin.