Elî El-Bdulah: Hîn zû ye ji pûçkirina sizayê Qeyser re
Welat TV - Hewlêr
Encûmena Pîran a Emerîka pirojeyasayek ji bo pûçkirina sizayên Qeyser ên li ser Sûriyê pesend kir, hikûmmeta Sûriyê şahiyan li dar dixe û çavdêrên siyasî dibêjin hên zû ye ji pûçkirina sizayan re.
Dengdan li ser pirojeyasayê di dawiya salê de tê encamdan, û eger projeyasa ji aliyê kongirêsê ve were pesendkirin, sizayên Qeyser yên ser Sûriyê tên pûçkirin.
Wezîrê Derve yê Sûriyê Ese’ed El-Şeybanî ragihand ku ev gaveke girîng e ji bo avakirina Sûriyê û çareseriya rewaş abûrî, û avakirina dewletê û dezgehên wê dê pêş bixe.
*Hîn zû ye ji pûçkirina sizayan re
Li ser vê mijarê Nivîskar û Siyasetmedarê Sûrî Elî El-Ebdulah ji Welat TV re got ku pêwîst e ev pirojeyasa di gelek qonaxan re derbas bibe ta ku sizayên Qeyser ên li ser Sûriyê werin pûçkirin: ”Encûmena pîran raspardeyek derxist ku ew razî ye li ser rakirin a pûçkirina sizayan, ev rasparde diçe enûmena nûneran, eger encûmena nûneran erê kir, diçe cem serokê Emerîka da ku li ser îmze bike, lê eger encûmena nûneran erê neke, ev rasparde be ser nakeve”.
*Nerazîbûn ji reftarên hikûmeta Sûriyê hene
El-Bdulah diya kir ku hikûmeta Sûriyê tiştên biçûk mezin dike û weke serkeftinên dîrokî dide diyarkiin, ji ber ku nerazîbûneke zêde ji reftarên wê heye: ”Weke ku diyar e,mdesthilata Sûriyê tiştan mezin dike, da ku keşûhewayeke erênî peyda bike û wêneya xwe li pêş gelê Sûriyê baş bike, ji ber ku pirsgirêk di navbera hikûmeta Sûriyê û gelek welatiyan de heye, ne tenê kêmîne, pêkhatya Sunî û Ereban ji hin biryar û reftarên hikûmetê ne rzaî ne”.
Li gorî çavdêrên siyasî, du fakterên sereke hene da ku Emerîka Şamê ji bin çavdêriyê derxe, ew başkirina rewşa hundirîn û gerentîkirina ewlehiya sînorê Israîlê ji aliyê Sûriyê ve.