MSD: Bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê pêwîstiyeke niştîmanî ye

MSD: Bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê pêwîstiyeke niştîmanî ye
MSD: Bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê pêwîstiyeke niştîmanî ye

Welat TV - Hewlêr

"MSD" di daxuyaniyekê de got ku nenavendî bingeha aramiyê ye li Sûriyê û bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê pêwîstiyeke niştîmanî ye.

Piştî lidarxistina civînekê, Desteya Serokatiya "MSD" daxuyaniyek derxist û got ku tişta li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê çêbûyî û liv û tevgerên leşkerî, binpêkirin in ji rêkeftinên hatî îmzekirin re.

Li gorî MSD, sistbûn di bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera Hikûmeta Sûriyê û HSD de heye, û Hikûmeta Sûriyê berpirs e di ber binpêkirinan de, û paşxistina bicîkirinê "gefê li derfetên çareseriya niştîmanî giştgir dike".

MSD got jî ku "nenavendî bingeha sereke ya aramiyê ye li Sûriyê û bê wê aramiya hetahetayî nayê gerentîkirin".

Derbarê Hilbijartinên Encûmena Gel a Sûriyê de, di daxuyaniyê de hatiye ku "hilbijartin bi şêweyê xwe yê niha nûnertiya rasteqîne a tevaya pêkhateyên Sûriyê nakin".