Yekîtiya Jinên Kurdistan - Sûriya: Welat TV nimûneyeke pak di rojnamegeriya niştîmanî de ye

Yekîtiya Jinên Kurdistan - Sûriya: Welat TV nimûneyeke pak di rojnamegeriya niştîmanî de ye

Welat TV - Hewlêr 

Yekîtiya Jinên Kurdistan - Sûriya, pîrozbahiyek ji kenala Welat TV re şand, tê de got di salekê de bi şêweyekî cuda derket qada ragihandinê.

Yekîtiya Jinên Kurdistan - Sûriya di peyama xwe de got, bi bûneya derbasbûna salekê li ser destpêkirina weşana kenala Welat TV, em rêveber û kadiran pîroz dikin û hêviya serkeftinê di karê we ya gihandna peyama pak û girîng de dixwazin.

Yekîtiya Jinên Kurdistan - Sûriya di peyama xwe de diyar kir, Kenala Welat TV deng û nûnerê hêvî û omîdên gelê Kurd li Rojavayê Kudistanê ye, û nimûneyeke pak û bi rûmet di rojnamegeriya niştîmanî de ya pabend bi dozên gele, nasname û mafên wan e.

Yekîtiya Jinên Kurdistan - Sûriya di dawiya peyama xwe de hêviya serkeftin û pêşketinê di pêvajoya rojnamegeriyê de xwest û tekez kir, kar û keda we cihê rêzgirtinê ne.