Mezlûm Ebdî: Lihevtêgihiştin bi Şamê re li ser nenavendiyê çêbûye
Welat TV - Hewlêr
Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî got ew û hikûmeta veguhêz a Sûriyê gihiştine lihevtêgihiştinan derbarê nenavendiyê, lê pirsgirêka wan li ser wateyên gotinan e û da zanîn ku Şanda Kurdî ya hevbeş nêzîk diçe şamê.
Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî di hevdîtinekê de li gel medyaya nêzîkî HSD diyar kir, ew û Şamê gihiştine lihevtêgihitinekê derbarê Nenavendiyê li Sûriyê lê pirsgirêk li ser cur û wateya wê heye.
*Mafên Kurdan
Ebdî da zanîn, kar tê kirin ku xalên rêkeftina 10 Adarê têkevin destûra Sûriyê ya nû û danûstandin derbarê guhertina ragihandina destûrî jî çêbûne, û kar tê kirin ku mafên Kurdan têkevin destûra Sûriyê.
*Peywendiyên Turkiyê û HSD
Derbarê helwesta Turkiyê, Mezlûm Ebdî da zanîn, madem Turkiyê dixwaze rêkeftina 10 Adarê bi cih bibe, ew dikare piştevaniyê pêşkêş bike. Kenalên danûstandinê di navbera me û Turkiyê de vekirî ne.
Li ser mijara çûna Şanda Kurdî ya hevbeş bo Şamê, Fermanderê HSD got, Şanda Kurdî ya hevbeş dê di demeke nêzîk de berê xwe bide Şamê û dest bi danûstandinan bike, her weha got jî, doseyên Reqa û Dêra Zorê bi awayê sîstema desthilatê li Sûriyê ve girêdayî ne.
*Şanda leşkerî serdana Şamê dike
Ebdî di hevdîtinê de eşkere jî kir, rêkeftineke devkî di navbera wan û Hikûmetê de li ser tevlîbûna HSD di nava artêşa Sûriyê de çêbûye, û şandeke wan a leşkerî jî dê nêzîk serdana Şamê bike.