Tevlîbûna HSDê bo artêşê yek ji mijaran e.. Civînek Sûrî – Turkî li Enqerê li dar dikeve

Tevlîbûna HSDê bo artêşê yek ji mijaran e.. Civînek Sûrî – Turkî li Enqerê li dar dikeve

Welat TV - Hewlêr

Civînek Sûrî - Turkî li Enqerê li dar dikeve û tevlîbûna HSDê bo artêşa Sûriyê yek ji mijarên sereke ye.

Wezareta Derve ya Turkiyê ragihand, ku civîn bi beşdariya wezîrên derve, wezîrên berevaniyê û serokên istixbaratên herdu welatan bi rê ve diçe û tê de mijarên hevkariya ewlehî û pêşhate tên gotûbêjkirin.

Medyaya fermî ya Sûriyê ragihand ku, Wezîrê Derve, yê Berevaniyê û Serokê Istixbaratên Sûriyê gihiştin Enqerê û danûstandinan di derbarê rûbirûbûna terorê, kontirolkirina sînor, bihêzkirina aramiyê û hevariya hevbeş de dikin.

*"Em rê nadin HSD cihê xwe li Sûriyê bisepîne"

Di vê derbarê de, Wezîrê Berevaniyê yê Turkiyê Yeşar Guler da zanîn ku divê hemû şaxên PKKê li deverê, bi taybet li Sûriyê, çekên xwe bê merc deynin û radest bikin û hemû bi banga Ocelan a danîna çekan pabend bin û xwe hilweşînin.

Guler got ku, ”ew rê nadin HSDê cihê xwe li Sûriyê bisepîne û berdewam bike, herweha nahêlin PKKê di bin navên din de li deverê çalakiyan bike”.

*"Me li ser tevlîbûna HSDê bo artêşa Sûriyê li hev kiriye"

Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî di hevdîtinekê de li gel mediyaya nêzîkî HSDê diyar kir ku ew û Şamê gihiştine lihevtêgihiştinekê derbarê nenavendiyê li Sûriyê, lê pirsgirêk li ser cur û wateya wê heye, û got:  ”Şanda Kurdî ya hevbeş di demeke nêzîk de berê xwe dide Şamê û dest bi danûstandinan dike”.

Ebdî eşkere jî kir ku rêkeftineke devkî di navbera wan û Hikûmetê de heye li ser tevlîbûna HSD bo artêşa Sûriyê û şandeke wan a leşkerî di demeke nêzîk de serdana Şamê dike.

*"Tu hêz bi navê HSD namîne"

Medyaya nêzîkî hikûmeta Sûriyê jî ragihand ku hikûmeta Sûriyê û HSDê di civîna ku li Şamê bi serperiştiya Emerîka hatî lidarxistin de, li ser tevlîbûna HSDê bo artêşa Sûriyê li hev kiriye, li gorî wê medyayê, ku tu hêz bi navê HSDê namîne û dê di nava artêşa Sûriyê de weke 3 firqeyan li parêzgehên Hesekê, Reqa û Dêra Zorê belav bibe.

Civîna Enqerê di demekê de tê, ku beriya niha Turkiyê ragihandibû ”ew ji Sûriyê venakişe eger ewlehiya sînorê wê neyê gerentîkirin”.