Bi sedan welatî li ser rêya Selemiyê - Esreya asê mane

Welat TV - Hewlêr

Îro 12 Cotmeha 2025an, li ser rêya Selemiyê - Esreya bi sedan welatî asê mane û li benda vekirina rê ne.

Piştî girtina rêya Esreya di navbera deverên HSDê û deverên hikûmeta Sûriyê de, qerbalixiyeke zêde li ser Selemiyê - Esreya çêbûeye û rêwî li benda vekirina rê ne li pêş tevgera otombîlan.

Li gorî dîmenên taybet bi Welat TV, bi sedan otombîl li ser rê rawestiyane û rêwî li benda vekirina rê ne.

Beriya demekê rêyên di navbera deverên di bin kontirola HSD û hikûmeta Sûriyê de ji ber girjiyan hate girtin, ji wê demê ve bi tenê çend bolmanên ku rêwiyên wan nexweş û xwendevan bûn di navbera wan deveran de tevger kirin.