Mesrûr Barzanî û David Petraeus rewşa Sûriyê û deverê gotûbêj kir

Mesrûr Barzanî û David Petraeus rewşa Sûriyê û deverê gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û rêveberê berê yê CIA David Petraeus civiyan.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de got: Me li gel Ceneral David Petraeus rêveberê berê yê, Dezgeha Hewalgiriya Emerîka CIA, rewşa Herêma Kurdistan, Iraq û deverê gotûbêj kir.

Mesrûr Barzanî da zanîn, Di civînê de me guhertin û pêşhateyên rewşa Sûriya, û Rojhilata Navîn bi giştî gotûbêj kirin.

*Parastina aştî û ewlehiya deverê

Di civînê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û rêveberê berê yê CIA David Petraeus tekezî li ser parastina aştî, ewlehî û seqamgîriya deverê kir.