David Petraeus rola Serok Barzanî di parastina ewlehiyê de bilind dinirxîne

David Petraeus rola Serok Barzanî di parastina ewlehiyê de bilind dinirxîne

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî û, Rêveberê berê yê Ajansa Istîxbaratê ya Emerîka Ceneral David Petraeus civiyan, rewşa siyasî, rewşa Sûriyê, gavên pêvajoya aştiyê li Turkiyê, û guhertinên li deverê gotûbêj kirin.

Di civînê de, General David Petraeus kêfxweşiya xwe ji bo dubare dîtina Serok Barzanî anî ziman û got cara dawî Serok Barzanî dîtiye, di sala 2016an de li eniyên şer li Sihêla bû. Her weha pesna rola berçav a Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê da, ku ji bo parastina aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê, û ji bo bidestxistina aramî, demokrasî û pêkvejiyanê, rû bi rûyî wan grûp û rêxistinên terorîst bûn.

*Serok Barzanî spasiya Emerîka dike 

Serok Barzanî spasiya hêzên Hevpeymanan û Emerîka kir ku roleke berçav di pêvajoya azadkirina Iraqê ji dîktatoriyê de lîstine, her weha piştevaniya Hêza Pêşmerge û hêzên ewlekariyê yên Iraqê kirine.

*"Ji tolhildan û kîn dûr bikevin"

Li ser rewşa Iraqê, Serok Barzanî tekez li ser cîbicîkirina xalên Destûra bingehîn a Iraqê kir ku rêya çareseriya yekcarî ye ji bo rizgarbûna Iraqê ji aloziyên siyasî, û hêvî kir ku aliyên siyasî bi hev re li pey çareserkirina pirsgirêkan bin û ji tolhildan, kîn û nefreta li hember hev dûr bikevin.

Serok Barzanî reşnivîsa yasaya Neft û Gazê ya sala 2007an wekî mînak anî ziman û got, heger wê demê bihata pesendkirin û cîbicîkirin, niha tu pirsgirêkeke yasayî derbarê neft û gazê de nedima.

*Rêkeftina neft û gazê 

Her weha tekezî li ser rêkeftina dawî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê de derbarê neft û gazê kir û ew wekî erênî bi nav kir û hêvî xwest ku ev rêkeftin bibe bingeh ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan.