Erdogan bo HSD: "Gavên şaş neavêjin"
Welat TV - Hewlêr
Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan di daxuyaniyekê de da zanîn ku "Tevlîbûna HSD li Sûriyê di nava hikûmetê de, di demeke nêzîk de dê gavên geşepêdana Sûriyê bilez bikin".
Erdogan dema ji lûtkeya Şerim El-Şêx vedigeriya, ji rojnamevanan re got, "Em hişyariyê didin HSD ku gavên şaş neavêjin, û divê HSD piştevaniya yekbûna Sûriyê û aramiya wê bike.
*"Berê xwe bidin Enqerê"
Erdogan diyar kir, "Aliyê ku dixwaze careke din şer li Sûriyê çêbibe, xêrê ji Kurd, Durzî û Elewiyan re naxwaze, û yê berê xwe bide Enqere û Şamê ew ê serkeftî be her weha yê berê xwe bide aliyê din dê binkeftinê bi dest bixe".
*"Hemahengî û hevrêzkarî berdewam in"
Serokê Turkiyê da zanîn jî, "Peywendiyên me yên giştgir bi Sûriyê re li ser hemû astan û di hemû waran de berdewam in û em ê di hemahengî û hevrêzkariyê de ji bo parastina deskeftên li Sûriyê û deverê, berdewam bin".