Efrîn.. Bangên vegerandina xwendina bi Kurdî bilind dibin

Efrîn.. Bangên vegerandina xwendina bi Kurdî bilind dibin
Efrîn.. Bangên vegerandina xwendina bi Kurdî bilind dibin

Welat TV - Hewlêr

Mamosteyên Zimanê Kurdî, xwendevanên beşê Zimanê Kurdî di Peymangeha Efrîn a amadekirina mamosteyan de, herweha xelkê Efrînê daxwaza vegerandina xwendina bi Kurdî li dibistanên Efrînê kir.

Aliyên navbûrî nameyek arasteyî her yek ji Wezîrê Perwerdeyê, Parêzgarê Helebê û Birêveberiya Devera Efrînê kir.

Di nameyê de hatiye ku xwendina bi Kurdî bê hebûna biryareke fermî di sala xwendinê ya 2025-2026an de hatiye rawestandin, û rêveberên dibistanan ji mamosteyên Zimanê Kurdî xwestiye ku neyên ser kar.

Li gorî nameyê, ji sala 2012an ve û dema ku kontirola rêjîma Esed li ser Efrînê nema, zimanê Kurdî li Efrînê hatiye xwendin:

"Me hêvî dikir ku asoyên xwendina Kurdî berfirehtir bibin".

Mamoste, xwendevan û xelkê Efrînê di nameya xwe de daxwaza vegerandina rêbazên xwendina Kurdî, vegerandina mamosteyên zimanê Kurdî bo ser karê wan kirin..