Peymangehek sedeman diyar dike: "Penaberên li Elmanya rastî gefa hejariyê tên"

Peymangehek sedeman diyar dike:

Welat TV - Hewlêr

Peymangeheke lêkolînan a Elmanî got, rêjeyeke mezin ji penaberên li Elmanya rastî gefa hejariyê tên, û sedema sereke tevlînebûna wan di nava civakê de ye.

*Rêje 70% ye

Peymangeha Elmanî ya Lêkolînên abûrî (DIW) di raporteke xwe de diyar kir, nêzîkî 70% ji penaberên li Elmanya dimînin, rastî gefa hejariyê tên, û ev rêje berewerdî bi sala 2020an ve 30% zêdetir bûye.

Peymangehê da zanîn, gelek sedem hene ku rêje bilind dibe, di serî de fêrnebûna zimên ji aliyê penaberan e, her weha tevlînebûna wan di warê kar de ye, ku li ser alîkariyên hikûmetê dijîn.

*Bêkarî û ziman

Peymangehê got, Bêkarî û fêrnebûna zimên diyardeyeke belav e di nava penaberan de, û dê bihêle rêjeya penaberên ku rastî gefa hejariyê tên, di pêşerojê de bilindtir bibe.