Rewangeha Sûrî: 30 kes vê mehê li ser kîn û bingehên Tayifî hatine kuştin
Welat TV - Hewlêr
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di vê mehê de bi dehên kesan di nav de zarok û jin hene li Sûriyê, li ser binghên Tayifî hatine kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir, di vê mehê de, 30 kes ku zarokeke û jinek di nav wan de hene, li deverên hikûmetê, li ser kîn û bingehên tayifî hatine kuştin.
Li gorî Rewangehê, rêjeya herî bilind li herdu parêzgehên Hema û Hims û Helebê ye.
Rewangeha Sûrî da zanîn, bûyerên kuştina li ser bingeha tayifî li Sûrîiyê di çend mehên bûrî de ranewestiyane, û bi dehan kes di encamê de hatine kuştin.