Derveya Sûriyê: El-Şeri' daxwaza radestkirina Esed ji Putin kiriye

Derveya Sûriyê: El-Şeri' daxwaza radestkirina Esed ji Putin kiriye
Derveya Sûriyê: El-Şeri' daxwaza radestkirina Esed ji Putin kiriye

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku doseya radestkirina Beşar El-Esed û tawanbarên sereke yên leşkerî û ewlehiyê yên Li Mosko dimînin hatiye gotûbêjkirin.

Eşhed Selîbî rêvebirê Rêveberiya Rûsya û Rojhilatê Ewropa li Wezareta Derve ya Sûriyê got ku seredana serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri' bo Mosko tekezî ye li ser dubare hemahingî û hevkariyê:

"Tevaya rêkeftinên li gel Rûsya dê li gorî berjewendiyên bilind ên Sûriyê, dubare werin dariştin".

Selîbî diyar kir ku El-Şeri' bi zelalî ji serokê Rûsya xwestiye ku Beşar El-Esed were radestkirin, her weha doseya tawanbarên sereke yên leşkerî û ewlehiyê yên Li Mosko dimînin hatiye gotûbêjkirin.

Li gorî gotina Selîbî, "aliyê Rûsî têgihiştineke zelal derbarî pêkanîna dadweriya veguhêz li Sûriyê, diyar kiriye".

*Rûsya: Pêşxistina pêwendiyan cuda ye ji radestkirina Esed

Duh jî balyozê Rûsya Li Iraqê di hevîtineke televizynî de ragihandibû ku pêşxistina pêwendiyan li gel Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê cuda ye ji doseya radestkirina Beşar El-Esed.