Serok Barzanî bo oldaran: Li dijî madeyên hişbir rawestin

Serok Barzanî bo oldaran: Li dijî madeyên hişbir rawestin

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî li gel hejmarek ji zana û oldarên Musilman û olên din ên Herêma Kurdisanê civiya.

Serok Mesûd Barzanî di civîna li gel zanayan, xwest ku gotara wan naverast be, ji tundrewiyê dûr bikevin, û rola wan di bihêzkirina girêdan û hezkirina mirovan bi xak welêt ve mezin be.

Serok Barzanî her weha ji oldaran xwest, li hember diyardeya madeyên hişbir rawestin û got, nexweşiya serdemê ye, gefan li ciwanên me dikin û divê oldar li dijî vê diyardeyê rawestin.

*Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê

Serok Barzanî got divê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê bin ne li ser keyfa kesan bin, hemû kar û ked piştî hilbijartinan dê ji bo lihevtêgihiştin û dîtina çareseriyan bin.

Serok Barzanî diyar ku di her hilbijartinekê de, derfet ji bo derbirîn û nerîna azad derdikve, lê rewşa Iraqê berûvajî vê yekê, tevî têbiyên me hene, lê me biryar da em beşdariyê di hilbijartinan de ji bo Kurdistanê bikin.

*"Aram bimînin"

Serok Barzanî bang li partiyan kir, ku bi aramî û hêminî bangeşaya xwe bikin, divê alîgirên Partiya Demokarata Kurdistanê li hember her kiryarekê li dijî tabloyên berbijêran weke dirandin û sivkatîkirin, bersivê nedin û aram bimînin.

"Em spasiya xweragiriya gelê xwe dikin"

Serok Barzanî, got em nikarin bibêjin ku Hikûmet bê kêmasî ye, lê gelek xizmetguzarî weke av, elektirîk, rê, aramî û seqamgrî pêşkêş û dabîn kirine. Bexdayê pêşbênî dikir ku neşandina mûçeyan dê rewşa Herêma Kurdistanê têk biçe, lê gelê me xweragir ma û em spasiya wan dikin.