Zîndaneke nihênî di bin erdê de li Himsê hat dîtin

Zîndaneke nihênî di bin erdê de li Himsê hat dîtin

Welat TV - Hewlêr

Zîndaneke nihênî li parêzgeha Himsê hat dîtin, rêjîma Esed a hilweşandî ji bo girtina sivîlan bi kar dianî.

Rêveberiya devera Mixerem a Himsê ragihand, ku ew zîndan di bin erdê de li Bakurê gundê Biweydet El-Selemiya hatiye avakirin.

Li gorî rêveberiyê, beriya çend rojan, dema ku dewriyên polîsan dever pişkinîn dikir, zîndan dîtiye.

Rêveberiyê her weha diyar kir, di wê zîndanê de alavên êşkencedanê, pirtûk û çapemeniyên ji bo milîsên ser bi rêjîma hilweşandî ve tê de hebûn.

Di dawiya Êlûna bûrî de, hêzên ewlehiya navxwe li Himsê zîndaneke di bin erdê de li devereke çandiniyê li Bakurê Rojhilatê Himsê dîtibûn, rêjîma Esed ew jî ji bo girtina sivîlan bi kar dianî.