Şandeke hikûmetê serdana Tebqayê dike û li gel HSD dicive
Welat TV - Hewlêr
Navenda ragihandina HSDê di daxuyaniyekê de belav kir ku komîteyeke leşkerî ya HSDê li gel şandeke hikûmeta veguhz a Sûriyê li bajarê Tebqayê civiya.
HSDê di daxuyaniya xwe got, di civînê de aloziyên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê (Helebê) û çawaniya çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane hatine behskirin.
*Hin girtî hatine radestkirin
HSDê diyar kir, wek destpêşxerî û niyazpakiyê hejmareke girtî ji endamên hêzên ser bi Hikûmeta veguhêz ve radestî wê şandê kiriye, ku beriya niha li hin cihan hatibûne girtin.
HSD nîşan bi wê yekê da ku wan di civînê de tekezî li ser çareseriyên aştiyane û parastina aramiyê û sivîlan li hemû deveran kiriye.
*Sozên devkî
Roja 12-13ê vê mehê, şandeke leşkerî û ewlekarî bi serokatiya endamê Serkirdayetiya Giştî ya HSDê Sîpan Hemo li Şamê bû, li gel Wezareta Berevaniya Sûriyê bi amadebûna berpirsên Emerîkî rêkeftina 10ê Adarê di nav de pirsa tevlîbûna HSD di nava artêşa nû ya Sûriyê, pirsgirêk û aloziyên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê gotûbêj kiribûn.
Sîpan Hemo di daxuyaniya xwe de gotibû ew heta niha negihiştine tu rêkeftinan û tenê sozên devkî hatine dan.