Nirxên keskatî û mêweyan li bazarên Girkê Legê duqat bilind bûne

Welat TV - Hewlêr

Keskatî û mêwe ji pêdiviyên rojane yên xelkê ne, lê ji ber buhabûnê beşekî mezin ji wan ji hin cureyan bêpar in.

Di dema niha de nirxên keskatî û mêweyan li bazarên Cizîra Rojavayê Kurdistanê bilind bûne û tevger lawaz e.

Welat TV rewşa bazara keskatî û mêweyan li bajarê Girkê Legê şopand û li gel dukandaran axivî.

Dukandar dibêjin ku mêwe û keskatî ji deverên hindir Sûriyê tên û ji ber girtina rê û dergihan, nirx duqat bilind bûne.

Dukandarekî din jî diyar dike: "Nirx pir buha ne û karînên darayî yên welatiyan tune ne.

Di vê demê de tevlîhevî di nirxan de heye û rojane têne guhertin".

Hişkesaliya îsal, bilindbûna nirxan û ne cîgiriya rewşê li Sûriyê bi giştî bandoreke nerênî li ser tevaya warên jiyanê li Rojavayê Kurdistanê kiriye, û rewşa welatiyan aloz e û tevgera bazaran jî sist û xav e.