HSD: Me berpirsekî DAIŞê girt
Welat TV - Hewlêr
Berpirsekî pilebilind ê rêxisitna DAIŞa terorîst li gundewarê Reqayê hate girtin.
HSD ragihand, hêzên wê di operasyonekê de bi hemahengî li gel hevpeymaniya navdewletî, berpirsekî pileblind ê rêxistina DAIŞa terorîst li bajarê Tebqayê li gundewarê Reqayê girtiye.
*"Berpirsê dabînkirin û belavkirina çekan bû"
HSD diyar kir, Berpirsê DAIŞa terorsît ê bi navê Ehmed El-Mûsa ku bi xwe ji xelkê Tebqayê ye, berpirsê dabîkirina çek û alavên leşkerî bo şaneyên rêxistina terorîst e, û çek û alavên leşkerî li şaneyan belav dikirin.
Hefeya bûrî, HSD ragihandibû, wê 2 şaneyên DAIŞa terorsît li Dêra Zorê girtine.