Berpirsê Peywendiyên PDK-S li gel Rêveberiya Tendirustiya Giştî li Hewlêrê civiya
Welat TV - Hewlêr
Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Niştîmanî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya li gel rêveberiya tendirustiya giştî li Hewlêrê mîkanîzmên bicîkirina rênmayên tendirustiyê bo penaberên Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.
Îro 22yê Cotmeha 2025an, Se’îd Umer Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Niştîmanî ya PDK-S, li gel her yek ji Dr. Barzan Ebdulwehab û Dr. Bêrîvan civiya.
Se’îd Umer di daxuyaniyekê de ji Welat TV re got, di civînê de, mîkanîzmên bicîkirina rênmayên tendirustiyê û encamdana pişkinînên tendirustiya giştî bo penaber û nişteciyên Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Her weha gihiştin lihevtêgihiştineke hevbeş derbarê rêyên pêkanîna van rêkaran, û hemû hewl werin dan ji bo asankirina rêkaran li gorî rênmayên tendirustî yên destnîşankirî.
Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Niştîmanî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya got jî daxwaz ji rêveberiya tendirustiya giştî li Hewlêrê hate kirin ku pêwîstî heye mercên jiyanê û rewşa penaberan a darayî li ber çav were girtin, û li biryarên vê dawiyê derketî dubare were nerîn.
Di dawiya civînê de Se’îd Umer, keda Wezareta Tendirustiyê li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û tekezî li ser giringiya berdewamiya hemahengî û hevkariyê ji bo şopandina rêkar û rênimayên tendirustiyê yên girêdayî penaber û nişteciyên Rojavayê Kurdistanê yên li Hewlêrê, kir.