Fransa 3mîn bîrnameya girtina Beşar Esed derdixe

Fransa 3mîn bîrnameya girtina Beşar Esed derdixe

Welat TV - Hewlêr

Dadweriya Fransayê bîrnameyeke nû ji bo girtina Beşar Esed derxist û ragihand ku Esed bi encamdana êrîşên kîmawî li gundewarê Şamê tometbar e.

Ajansa AFP ragihand, li Parîsê hejmareke dadweran bîrnameyek ji bo girtina serokê rêjîma Esed a hilweşandî Beşar Esed îmze kir.

AFP da zanîn, ku dadwer dibêjin bîrname di derheqê Beşar Esed de îmzr kiriye, ji ber ku tawanên dijî mirovahiyê û tawanên cengê li Sûriyê, encam dane.

Ajansê da diyaro jî, bîrnameya vê carê li ser encamdana Beşar Esed ji êrîşên kîmawî, di sala 2013an de li ser gundewarê Şamê, hatiye derxistin.

*3 bîrname  

Berê jî, Fransayê du bîrnameyên girtinê derheqê Beşar Esed derxistibûn, yek di Çileya îsal de, û yek jî di 19ê Tebaxa 2017an de.