AK Partî: Hilweşandina grûpên bi ser PKKê ve li Sûriyê ji armancên me ye

AK Partî: Hilweşandina grûpên bi ser PKKê ve li Sûriyê ji armancên me ye

Welat TV - Hewlêr

Berdevkê AK partiyê biryara vekşîna hêzên PKKê yên li Turkiyê bi erênî bi nav kir.

Umer Çelîk li ser tora civakî X da zanîn ku biryara vekşîna hêzên PKK ji Turkiyê û avêtina gavên nû berev danîna çekan encamên berçav in bo Turkiyeke bêteror.

Çelîk got jî: Hilweşandina endamên PKK li hundir Turkiyê û grûpên bi ser ve li deverê bi teybetî li Iraq û Sûriyê û berdewamiya piroseya çekdanînê xalên sereke ne di ecindeyên piroseya ”Turkiya bêteror” de.

Li gorî Çelîk, ji niha û pê ve, gavên ji bo berdewamiya pêvajoya danîna çekan û xwehilweşandina PKKê dê werin misogerkirin.

 

Her weha bixwîne: PKK hêzên xwe ji Turkiyê vedikişîne