Kampa Basirme.. Xêrxwaziya Barzanî hejmarek xulên pîşeyî û perwerdeyî vedike

Kampa Basirme.. Xêrxwaziya Barzanî hejmarek xulên pîşeyî û perwerdeyî vedike
Kampa Basirme.. Xêrxwaziya Barzanî hejmarek xulên pîşeyî û perwerdeyî vedike

Welat TV - Hewlêr

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Kampa Basirme ya penaberên Rojavayê Kurdistanê li sînorê Hewlêrê, hejmarek xulên pîşeyî û perwerdeyî vekirin.

Xêrxwaziya Barzanî li ser malpera xwe ya fermî ragihand, xuleke fêrkirina karên destî li Kampa Basirme dest pê kir û 10 jin jê sûdmend dibin.

Her weha da zanînî jî ku li Kampa Basirme 2 xulên bihêzkirinê di babetên Kîmiya û bîrkarî de bo xwendevanên pola 12an dest pê kir û 17 xwendevan ji wan sûdmend dibin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî giringiyeke mezin dide vekirina xulên pîşeyî û perwerdeyî, û gelek beşdarbûyên xulên pîşeyî bûne xwedan karên taybet.