Çalakiyeke folklorî û hunerî li Elmanya bi rê ve çû

Çalakiyeke folklorî û hunerî li Elmanya bi rê ve çû

Welat TV - Hewlêr

Duh 25ê Cotmeha 2025an, Platforma Kurdên Li Hamburgê, çalakiyeke folklorî û kulturî li dar xist, tê de bi dehan kes ji revanda Kurdî û mêvanên ji partiyên Elmanî û kesayetiyên Erebî beşdar bûn.

Di destpêka çalakiyê de srûda Ey Reqîb û belgefîlmek bi zimanê Elmanî li ser Kurdistanê hat pêşkêşkirin, pişt re dest bi çalakiyan bûn.

Di çalakiyê de cilûbergên Kurdî, kultur û folklora Kurdî hatin nasandin, her weha hejmarek ji xwarinên Kurdî û curên din hatin pêşkêşkirin.

*Armanca çalakiyê

Nesredîn Mihemed Endamê komîta plalforma Kurdên Li Hamburgê ji Welat TV re got: Armanc û mebest ji çalakiyê nasandina cilûberg û çanda Kurdî bi gel û civakên din e.

Ji bilî çalakiyên nîşandana folkor û xwarinên Kurdî, stran û dîlanên Kurdî hatin gerandin.