Silêman Oso: Em bi derencamên konfiransa yekrêziya Kurdî pabend in

Welat TV - Hewlêr

Di salvegera 14an a damezrandina Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, ENKS, Endamê Desteya Serokatiya ENKS Silêman Oso, da zanîn ku ENKS ji dema damezrandina xwe ve ta roja îro, banga nenavendî û parastina mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dike.

Endamê Desteya Serokatiya ENKS Silêman Oso bû mêvanê Programa Rojeva Welat tê de behsa gelek xalên siyasî û rêxistinî kir û got: Em bi derencamên Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî pabend in.

Naveroka hevdîtinê li gorî pirs û bersivan weha ye:

*Beriya em nirxandinekê ji karê we re bikin, îro we salvegera ENKS li Qamişlo çawa vejand?

** Îro me salvegra 14an a damezrandina ENKS li Qamişlo vejand, tê de Sûriyayeke biçûk kom bû, hemû aliyên Kurdî, û nûnerên pêkhateyên olî û mezhebî amade bûn û me bi hev re ev roj di jîngeheke xweş û geş de vejand.

*14 salan we çi kiriye?

**Ji dema damezrandinê ta roja îro em li ser armancên xwe rijd in, ku di Sûriyayeke nenavendî, pirnetew û pirolî de bijîn, dema em di nava Iîlafê (Oposizyon) de bûn, me daxwaz dikir ku Sûriyê bibe nenavendî û navê Erebî ji komara Sûriyê rabe, her weha mafên gelê Kurd di destûrê de werin parastin û çespandin. Me ev nerîn gihand maseya navdewletî û doza Kurdî û daxwazên wan li Rojavayê Kurdistanê me bi cîhanî da naskirin.

*Weke em dizanin, rêjîmeke 54 salî ket îro hikûmeteke nû hatiye, helwesta we jê çi ye?

** Ji dema ketina Esed ve, em êdî xwe nabînin oposizyon, em dibînin ku divê mafên me werin parastin û em hemû di Sûriyaya nû de beşdar bin, hikûmet di daxuyaniyên xwe de baş e, lê li ser erdê kiryarên xerab kirin, ev binpêkirinên ku li Berava Sûriyê û Siwêdayê nîşanên xerab dan. Em her dem tekeziyê li ser Sûriyaya nenavendî û pirolî dikin, û divê hikûmet li xwe vegere û şaşîtiyên xwe rast bike û hemû alî di vê hikûmetê de beşdar bibin.

*Helwesta we ji Rêveberiya Xweser çi ye?

Piştî ketina Esed danûstandin û diyalogên baş di navbera me de çêbûn, di 26ê mehê de li gel rêveberiyê û partiyên din em gihiştin, konfiransa yekrêzî û yekhelwesta Kurdî, me nerîna siyasî îmze kir, tê de pêşeroja Sûriyê di nenavendiyê de me tekez kir, lê ev nayê wê wateyê me girtiyên xwe yên em ji rêveberiyê dixwazin, ji bîr kirine, û weke qonaxa hestiyar, me yekrêziya xwe ava kiriye ji bo em bi hev re biçin Şamê, lê Şam heta niha bersiva banga Şanda Kurdî nedaye û red dike pêşwaziyê li me bike.

*We çi name ji Ehmed El-Şeri´ re şandiye?

**Em weke şanda Kurdî me nameyek ji Ehmed El-Şeri´ re şandiye tê de me daxwaza dîtina wî kiriye, lê ta niha ew pêşwaziyê li me nekin û dibêjin serok Sûriyê hîn tu hevdîtin bi aliyên siyasî re encam nedaye.

*Şamê tu vexwendinên nû ji we re şandiye?

**Şamê vexwendiek ji me re şand, û em weke nûnerên parêzgeha Hesekê bi nav kirin, lê me ew yek red kir û me got em ne tenê nûnertiya Hesekê dikin lê em nûnerê beşekî mezin ji Kurdên xwe li hemû deveran dikin, ji Cizîrê, Kobanî, Efrînê û her devereke ku kurdek lê dijî, dikin. Lewma me lîsteya bi 15 navan jê re şand û me got em dixwazin bi navê ENKS, wî bibînin, ne weke kesayetî.

*Em derbasî mijara rêxistinî bibin, dema lidarxistina kongira we hatiye destnîşankirin?

**Em amdakariyan ji bo lidarxistina kongira xwe ya 5an dikin, hîn roja lidarxistinê nehatiye destnîşankirin, lê nêzîk e.

*Pilana we heye ku hûn hin partiyên nû tevlî ENKS bikin?

**Belê

*Rexne li we tê kirin ku nûnerên jin, ciwan û kesayetiyên serbixwe di nav ENKSê de kêm in, hûn ê di kongira bê de wê kêmasiyê berçav bigirin?

Em her dem hewl didin, hemû alî, sazî, kesên serbixwe, ciwan û jin di nav ENKSê de cih bigirin û bigihin mafên xwe, mafên jinan û saziyan parastî ne bi hêvî ne kêmasiyên hebin werin rastkirin.

*Peyama we çi ye?

Peyama me ji gelê Sûriyê re ew e divê em hemû bi yekdestî û hevdestî kar û xebata xwe bikin û bigihn Sûriyayeke demokrat û nenavendî tê de mafên me û hemû aliyên din di destûrê de paratî bin. Em spasiya Welat TV dikin û hêviya serkeftinê ji we re dixwazin.