El-Şeri´ serdana Si´ûdiyê dike

El-Şeri´ serdana Si´ûdiyê dike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri´ serdana Siûdiyê dike û li gel Şahzadê Cihnişînê Si´ûdiyê dicive.

Ehmed El-Şeri´ sibe serdana Si´ûdiyê dike ji bo beşdariyê di korbenda ”Destpêşxiriya Pêşeroja Weberhênanê” de li Riyad ku bi ”Davosa Biyabanê” tê naskirin.

Bazneya Ragihandinê ya Serokatiya Sûriyê da zanîn ku El-Şeri´ û Şahzadê Cihnişînê Si´ûdiyê Mihemed Bin Selman çawaniya bihêzkirina hevkariya hevbeş bi taybetî di warê weberhênanê de û pêşhateyên herêmî û navdewletî gotûbêj dikin.

Biryar e El-Şeri´ gotarekê di korbendê de pêşkêş bike û hevdîtinan li gel hejmarek kompanî û dezgehên navdewletî li dar bixe.

Korbenda ”Destpêşxiriya Pêşeroja Weberhênanê” bi beşdariya zêdetirî 8 hezar kesî û 650 axêverî sibe dest pê dike û bo heya 4 rojan berdewam dike.