El-Hecerî: Em serxwebûna bi tamamî dixwazin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Ruhî yê Durziyan li Sûriyê Şêx Hikmet El-Hicerî da zanîn ku ew serxwebûna bi temamî bo parêzgeha Siwêdayê dixwazin.
El-Hecerî ev yek ji medyaya Erebî re ragihand û diyar kir ku ew ji mafê çarenvîsê bo Siwêdayê venagerin.
Serokê Ruhî yê Durziyan, hîn hikûmeta Sûriyê ji hin gundên Siwêdayê derneketiye û zêdetirî 600 kesî ji parêzgehê hatine revandin û hikûmet rêgiriyan li pêş danûstandinên di derbarê wan de çêdike.
Hikmet El-Hecerî got jî: Ew bangê li civaka navdewletî dikin ku danê bi cenosîda li dijî xelkê Siwêdayê bike û giring e tiştê ku li parêzgehên rûdayî were eşkerekirin.
Her weha bixwîne: Siwêda.. Xwepêşander tekeziyê li ser daxwazên serxwebûn û azadiyê dikin