Tertûs.. Mayîneke çandî bi otombîleke polîsan de li Banyasê teqiya

Tertûs.. Mayîneke çandî bi otombîleke polîsan de li Banyasê teqiya
Tertûs.. Mayîneke çandî bi otombîleke polîsan de li Banyasê teqiya

Welat TV - Hewlêr

Otombîlek li nêzîkî navendeke Ewlehiya Navxwe li Banyasê teqiya û ziyan hene.

Li gorî ragihandina fermî ya Parêzgeha Tertûsê, mayînek di otombîleke polîsan de hatibû çandin û ew otombîl li nêzîkî navendeke bi ser Ewlehiya Navxwe ve li bajarê Banyasê hate teqndin.

Her weha da zanîn ku di encama teqînê de ziyanên madî di otombîl û li derdora cihê teqînê hatin tomarkirin û ziyanên mirovî tune bûn.

Parêzgeha Tertûsê got jî ku "aliyên pêwendîdar yekser dest bi lêkolînan ji bo destnîşankirina encamderên teqînê kir".