Hims.. Hikûmetê 11 milyon hebên Keptagonê desteser kirin
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ragihand ku bi milyonan hebên Keptagonê li parêzgeha Himsê desteser kirin.
Wezareta Navxwe ya Sûriyê di daxuyaniyekê de diyar kir, hêzên wê bireke madeyên hişbir ku ji Libnanê hatibû derbaskirin, li gundewarê Himsê girtine, û 11 Milyon hebên Keptagonê tê de hebûn.
Li gorî ragihandina Wezareta Navxwe, niha kar li ser wê yêkê tê kirin û dûvçûnê li tora berpris li ser anîn û berbaskirinê dikin, her weha lêkolîn ji bo diyarkirina kesên berpirs dê werin kirin.